Çekdarên girêdayî Tirkiyê av li ser yek milyon kesî qut kirin
Çekdarên ser bi Tirkiyê ve av li ser bajarê Hesekê qut kirine û rê nadin karmend jî vegerin ser karê xwe. Zilhêzên cîhanê li vî bajarî dimînin, lê hebûna wan nebûye sedema aramiya deverê û girîngtirîn pêdawistiya jiyanê li vir peyda nabe
Xelkê Til Temir bê av in, navenda pompaja avê ya Elok ku ava navçeyê dabîn dike û li 6 kîlometrîya rojhilatê Serê Kaniyê ye, ketiye destê çekdarên ser bi Tirkiyê ve û rê bi karmendên wê nayê dan biçin ser kar.
Welatî dibêjin ku av ne li Til temir û ne li Hesekê heye, heta li Şedad û Holê jî tune ye, beramber avê, çekdarên ser bi Tirkiya ve daxwaza dana karebayê dikin.
Rêveberiya Avê amadebûna xwe derbarê dana karebayê nîşan dide û bi gerentiyeke rûsî, sê caran civîn di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê ji aliyekî û çekdarên opozisyonê û artêşa Tirkiyê ji aliyekî din ve, hatîye lidarxistin, lê heta niha jî ava deverê nehatiye.
Hevseroka Rêveberiya Avê, Sozdar Ehmed, diyar dike, “Em dixwazin navenda pompaja avê ya Elok bişuxilînin bi karmendên xwe yên ku beriya niha tê de kar dikirin. Wan kareba dixwast, me kareba da wan, lê niha çima nadin em nizanin.”
Ji 24 vê mehê ve , av li ser yek milyon kesî hatiye qutkirin, di 26 heman mehê de girûpek şarezayên avê yên Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê ji bo çareseriya vê pirsgirêkê bi polîsên Rûsî re çûn navenda pompaja avê ya Elokê, lê jibilî ku rê liber wan hat girtin, bombeke çandî jî ser rêya wan teqiya û sê kes ji wan birîndar bûn.