Bişar Ceiferî: Serbazên Tirkîyê wek piştgirên têrorîstan li Idlibê hatine meydanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313638-bişar_ceiferî_serbazên_tirkîyê_wek_piştgirên_têrorîstan_li_idlibê_hatine_meydanê
Wekîlê Dayimî yê Sûrîyê li NY di civîna awarte ya Civata Ewlehîyê ya wê sazîyê derbarê rewşa Idliba Sûrîyê de got ku leşkerên Tirkîyê wek piştgirên têrorîstan li Idlibê hatine meydanê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 29, 2020 04:01 Asia/Tehran
  • Bişar Ceiferî: Serbazên Tirkîyê wek piştgirên têrorîstan li Idlibê hatine meydanê

Wekîlê Dayimî yê Sûrîyê li NY di civîna awarte ya Civata Ewlehîyê ya wê sazîyê derbarê rewşa Idliba Sûrîyê de got ku leşkerên Tirkîyê wek piştgirên têrorîstan li Idlibê hatine meydanê.

Bişar Ceiferî Wekîlê Dayimî yê Sûrîyê li NY di wê civînê de bi bîr xist ku Artêşa Tirkîyê nuqteyên xwe yên çavdêrîyê li bakura Sûrîyê ku bi armanca çavdêrîya ser liv û tevgerên têrorîstan hatine danînê, veguhertine odeyên opêrasyona piştgirîya ji komên têrorîst.

Ceiferî pêgirî kir ku Sûrîye li axa xwe himberî têrorîsmê şêrr dike ne li axa welatekî din, dîyar kir ku têkoşîna hêzên sûrî himberî têrorîsmê yê ligorî biryarnamên NY bidome.

Wekîlê Dayimî yê Sûrîyê li NY bikaranîna sivîlan wek mertala mirovî ji hêla leşkerên Tirkîyê jibo berjewendîyên xwe cinayet bi nav kir û got: Opêrasyona Artêşa Sûrîyê li parêzgehên Idlib û Helebê bi armanca xilaskirina gelên wan parêzgehana ji cinayetên têrorîstan tê lidarxistin.

Vasîlî Nebenzîya Wekîlê Dayimî yê Ûrsêtê li NY jî di wê civînê de pêgirî kir ku têrorîstan agirbesa li Idlibê binpê kirine, dîyar kir: Mafê Sûrîyê ye ku himberî êrişên têrorîstan bersivê bide.