Helîkopterên Rejîma Siyonîstî devera Quneyterê ya Sûriyê bombebaran kirin
Sibat 28, 2020 09:52 Asia/Tehran
Li gor ajansa SANA ya Sûriyê vê sibeyê helîkopterên Rejîma Siyonîstî çend deverên parêzgeha Quneyterê li başûra Sûriyê bombebaran kirin.
Li gor vê ajansa nûçeyan, helîkopterên Rejîma Siyonîstî çeper û pêgehên artêşa Sûriyê li deverên Qehtaniye û Huriye yên bajarê Quneyterê li parêzgeha Quneyterê ya başûra Sûriyê bombebaran kirin.
Li gor vê yekê di encama vê êrişê de 3 leşekerê sûrî birîndar bûn.
Rejîma Siyonîstî hertim ji bo piştgiriya terorîstan bi taybet li demên ku ew ber bi têkçûnê diçin çeper û bargehên artêşa Sûriyê dikin hedefa êriûn