Berteka NATOyê derbarê giranbûna şer û pevçûnên navbera Tirkiyê û Sûriyê li Idlibê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313607-berteka_natoyê_derbarê_giranbûna_şer_û_pevçûnên_navbera_tirkiyê_û_sûriyê_li_idlibê
NATO’yê piştî giranbûna şer û pevçûnên navbera Tirkiyê û Sûriyê li Idlibê ku di encamê de zêde ji 33 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û bidehan leşker jî birîndar bûn ji gişt aliyan xwest şêr bidin rawestandin. Herwiha biryar e NATO li gor daxwaza Tirkiyê ser vê yekê civînekê li dar xîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 28, 2020 08:30 Asia/Tehran
  • Berteka NATOyê derbarê giranbûna şer  û pevçûnên navbera Tirkiyê û Sûriyê li Idlibê

NATO’yê piştî giranbûna şer û pevçûnên navbera Tirkiyê û Sûriyê li Idlibê ku di encamê de zêde ji 33 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û bidehan leşker jî birîndar bûn ji gişt aliyan xwest şêr bidin rawestandin. Herwiha biryar e NATO li gor daxwaza Tirkiyê ser vê yekê civînekê li dar xîne.

NATO ku Tirkiye jî endamekî wê ye îro sibeyê bi daxuyaniyekê ji aliyên şer û pevçûnên li Sûriyê xwest şerê li parêzgeha Idlibê rawestînin û di vê navberê de Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens  Stoltenberg jî ragihand ku wê li ser daxwaza Tirkiyê ji bo ku rewşa Sûriyê binirxînin NATO îro bicive. 

Sekreterê Giştî yê NATO’yê ragihand ku wê di çarçoveya xala 4’an ya li ser daxwaza Tirkiyê ji bo ku rewşa li Sûriyê binirxînin îro NATO civiînekê li dar bêxe  û di vê civînê de nûnerên daîmî yên 29 welatên endamên NATO’yê wê beşdarî civînê bibin.

Naveroka Xala 4’an a NATO’yê ew e ku, dema gef li axa welatekî endam an jî ewlekariya wê bê xwarin hemû alî li ser vê yekê li hev dişêwirin.

Ji aliyê din ve dewleta Tirkiyê, dewleta Sûriyê û Rûsya  tawanbar kirin ku êrişên kor û bê hedef li dijî leşkerên Tirkiyê pêk tînin.

Li gor ragihandina televîziyona Al-Mayadeen a Lubnanê, artêşa Tirkiyê vê sibeyê du mûşek ji nav axa xwe ber bi derdora Laziqiyê li bakura rojavaya Sûriyê avêtin.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan li dijî paqjjkirina parêzgeha Idliba Sûriyê ji terorîstan e û wer diaxive ku tu yê bibêjî ev parêzgeha ya Tirkiyê ye.