Artêşa Sûriyê bi tamî başûrê parêzgeha Idlibê rizgar kir
Sibat 27, 2020 13:07 Asia/Tehran
Navenda nasyar bi Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku artêşa Sûriyê bi tamî başûrê parêzgeha Idlibê rizgar kiriye.
Li gorî rapora Fars Newsê, Artêşa Sûriyê roja Pêncşemiyê bi jinavbirina baregehên têrorîstan li başûrê parêzgeha Idlibê, kontrola tam a vê navçeyê girte destê xwe.
Artêşa Sûriyê her wiha navçeyên Enkawî, Quleydîn, Huweyce, Huwaş, Emqiye û Beyta Resê li rojavaya parêzgeha Hemahê jibin dagîrkeriya çeteyan derxist.
Operasiyona artêşa Sûriyê li parêzgehên Idlib û Helebê ji 24ê Çileya 2020-an va dest pê bûye.
Li gorî vê raporê, bi serdestbûna artêşa Sûriyê li hin deverên Idlib, Heleb û Hesekeyê, artêşa Tirkiyê bi merema piştgiriya ji têrorîstan, di rojên dawî da baregehên artêşa Sûriyê dan ber êrîşan.