Amerîka baregehên xwe yên leşkerî li rojhilata Sûriyê xurt dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313585-amerîka_baregehên_xwe_yên_leşkerî_li_rojhilata_sûriyê_xurt_dike
Çavkaniyên agah ragihandin ku 300 kamiyonên amerîkî bi rêya derbasgeha sînorî ya Welîd a Iraqê derbasî rojhilata Sûriyê bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 27, 2020 11:58 Asia/Tehran
  • Amerîka baregehên xwe yên leşkerî li rojhilata Sûriyê xurt dike

Çavkaniyên agah ragihandin ku 300 kamiyonên amerîkî bi rêya derbasgeha sînorî ya Welîd a Iraqê derbasî rojhilata Sûriyê bûne.

Li gorî rapora ajansa Anadoluyê, Çavkaniyên agah ragihandin ku 300 kamiyonên amerîkî bi rêya derbasgeha sînorî ya Welîd a Iraqê derbasî rojhilata Sûriyê bûne. Tê gotin barê van kamiyonan pêdiviyên avahîçêkirinê bûne.

Van çavkaniyan ku nexwestine navê xwe aşkira bikin, ragihandin ku hin kamiyon gihîştin baregeha Til-Bîderê û hinek jî çûn Til-Berakê.

Tê gotin çend kamiyon jî çûne navçeya niftzêm a El-Omer ku baregeha Amerîkayê têde heye.

Her wiha hêzên amerîkî li Dêrazorê baregeheke leşkerî ku ketiya aliyê  perravên Çemê Firatê û li hemberî baregeha leşkerî ya Rûsyayê ava kirine.