Artêşa Sûriyê sê gundên din jî li parêzgeha Idlibê azad kirin
Çavkaniyên nûçeyan şeva borî ragihandin ku artêşa Sûriyê di encama berdewamiya operasiyona xwe li dijî terorîstan de sê gundên din jî li başûra parêzgeha Idlibê azad kirin.
Li gor Fars Newsê. Kanala Al-Mayadeen a Lubnanê diyar kir: Artêşa Sûriyê di encama berdewamiya operasiyona xwe de ya li dijî terorîstên ku Tirkiye ji wan piştgiriyê dike sê gundên Kersea, Milace û Fetîre li başûra parêzgeha Idlibê ji bin lepên terorîstan derxistin.
Artêşa Sûriyê di van rojên dawiyê jî çendîn gund û dever li başûra parêzgeha Idlibê azad kiribûn û gelek terorîst jî kuştin û birîndar kirin.
Parêzgeha Idlibê devera herî dawiyê ye ku li bin lepên terorîstan maye û Tirkiyê ji bo piştgiriya ji wan hêzên xwe şandine nav vê parêzgeha Sûriyê û naxwaze ku terorîstên li wir têk biçin.
Ji bo azadkirina parêzgeha Idlibê ji bin lepên terorîstên ku Tirkiye li pişta wan e, eva zêde ji du meh in ku Sûriyê operasiyoneke berfire daye despêkirin ku ew bûye sedema hêrsbûna rayedarên Tirkiyê û wan jî liv û tevgerên xwe yên leşkerî û dagîrkerî li navçê zêde kirine.