Pêgirîya PYD ser gotûbêjn alîyên sûrî û muzakireya digel dewleta navendî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313572-pêgirîya_pyd_ser_gotûbêjn_alîyên_sûrî_û_muzakireya_digel_dewleta_navendî
Hevserokê nû yê Partîya Yekitîya Dêmokiratîk a Kurdên Sûrîyê (PYD) got: PYD jibo xurtkirina peywendîyên sîyasî yên xwe di asta navnetewî de yê hewil bide û dê hewildanên jibo berbelavkirina bihevrejîyana aştîyane ya hemî qewmên sûrî ji wan Kurd, Ereb, Ermenî, Aşûrî û hemî mezhebên li wî welatî bidomîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 26, 2020 16:08 Asia/Tehran
  • Pêgirîya PYD ser gotûbêjn alîyên sûrî û muzakireya digel dewleta navendî

Hevserokê nû yê Partîya Yekitîya Dêmokiratîk a Kurdên Sûrîyê (PYD) got: PYD jibo xurtkirina peywendîyên sîyasî yên xwe di asta navnetewî de yê hewil bide û dê hewildanên jibo berbelavkirina bihevrejîyana aştîyane ya hemî qewmên sûrî ji wan Kurd, Ereb, Ermenî, Aşûrî û hemî mezhebên li wî welatî bidomîne.

Enwer Muslim Hevserokê nû yê PYD di hevpeyvîna digel Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê de got: Em piştgirîyê didin destpêşxerîya general Mezlûm Kobanî Fermandarê HSD`ê ya têkildarî yekdengîya partîyên Kurd û PYD pêgirîyê ser gotûbêjên alîyên sûrî têkildarî qeyrana vî welatî dike. 

Enwer Muslim pêgirî kir: Di heştemîn kongira PYD da pêgirî ser gotûbêjên alîyên sûrî têkildarî qeyrana Sûrîyê ser bingeha muzakirê hat kirinê û ji dewleta Sûrîyê daxwaz kirîye ku bi awayekî nermtir serederîyê digel meseleyên Sûrîyê bike.