Artêşa Sûriyê: Cihên ewleh ên têrorîstan li başûrê Idlibê hatin rizgarkirin
Serokerkantîya Artêşa Sûriyê bi daxuyaniyekê tevî ravekirina destkevtên xwe yên meydanî, li ser dewama operasiyona dijî têrorîstan pêgirî kir.
Li gorî rapora SANA Newsê, Di vê daxuyaniyê da hatiye: Leşkerên sûrî di rojên bihurî da karîn ku bajarok, gund û bilindahiyên girîng rizgar bikin ku Kefernebîl, Kefer Sence, Şêx Mistefa, Has, Meire Herme, Deyr Subul, Dar Kebîre, Hezarîn û Asar Şenşerah beşek ji wan e.
Erkantiya giştî ya Artêşa Sûriyê destnîşan kir: Girîngiya azadkirina van navçeyan ji ber wê yekê ye ku kûrahiya ewleh a têrorîsmê li başûrê Idlibê û xeleka girêdana bilindahiyên Şehşebû û navçeya Sehlexabê ye û rîfên Idlib û Hemahê û bilindahiyên Cebel Zaviye û Cebel Erbeyînê bi Sehlexabê va girê dide.
Di vî halî da Qehtan Demişqî serkirdeyekî têrorîstan derbarê têkçûna giran a komên têrorîst li hemberî artêşa Sûriyê mukur hat û hevpeymaniya Rûsiye û Îranê digel artêşa Sûriyê di operasiyona Idlibê da ji hokarên têkçûna van koman da zanîn.