Şêx û rûspiyên Reqayê: Pêşniyara Guterres rewabûnê dide dagirkeriyê
Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê nerazîbûn nîşanî pêşniyara vekirina dergehê Girê Spî yê dagirkirî ji bo derbasbûna alîkariyan dan û gotin: "Ev pêşniyar piştrast dike ku civaka navdewletî ji binpêkirin û kiryarên Tirkiyê yên li herêmên dagirkirî razî ye."
Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres pêşniyar kir ku li şûna dergehê Til Koçerê, dergehê Girê Spî ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî ji ji gelê Sûriyê were vekirin. Şêniyên Sûriyê nerazîbûn nîşanî vê pêşniyarê dan û gotin, ev pêşniyar rewabûnê dide binpêkirinên dagirkeriya Tirk.
Şêx û rûsiyên eşîrên Reqayê mijara vekirina dergehên sînor ên bi Tirkiyê şermezar kirin û gotin, alîkarî wê neghêjin kesên ji ber kiryarên çeteyan koçber bûne yên ku Neteweyên Yekbûyî ji destpêka êrişên Tirkiyê yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê ew paşguh kirin.
Rûspiyê eşîra Hisên El-Birêc, Hisên El-Berces anî ziman ku ew pêşniyara Neteweyên Yekbûyî ya derbaskirina alîkariyan ji dergehê Girê Spî ve şermezar dikin û got, ji ber ku bajar dagirkirî ye û derbaskirina alîkariyan ji vî deriyî ve rewabûnê dide dagirkeriyê, her wiha destekê dide guhertina demografîya herêmê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin.
Hisên destnîşan kir ku: "Şermezarkirin nayê wateya em li ber deriyên NY`î rica bikin yan jî li ber dîwarên wê digirîn. Lê ev tişt îsbat dike ku rola naveneteweyî di êrişa li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ya berê de heye. Niha bi wê bêdengiyê re alîkariyên malî ji hêla Almanya ve yan jî alîkariyên NY`î têne şandin."
Ji rûspiyên eşîra Efadila, Mustefa El-Ebdî got: "Diviya bû ku Neteweyên Yekbûyî li pey berjewendiyên pergal û siyasetan neketibe