5 leşkeriyên din ên Tirkiyê li Sûriyê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313525-5_leşkeriyên_din_ên_tirkiyê_li_sûriyê_hatin_kuştin
Medyayayên cîhanê dibêjin: 5 leşkerên Tirkiyê di encama êrişa hawayê li derdora Idlibê hatin kuştin û zêde ji 5 kesan jî birîndar bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 25, 2020 06:12 Asia/Tehran
  • 5 leşkeriyên din ên Tirkiyê li Sûriyê hatin kuştin

Medyayayên cîhanê dibêjin: 5 leşkerên Tirkiyê di encama êrişa hawayê li derdora Idlibê hatin kuştin û zêde ji 5 kesan jî birîndar bûne.

Skay Newsê ragihand ku balafirên şer li Idlibê êrişê xala artêşa Tirkiyê li Kensfureyê yê derdora başûra Idlibê kirine û di encamê de 5 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û gelek xisar gihandin çek û cebilxanên Artêşa Tirkiyê li vê navçê û hejmarek otombîlên serbazî jî hatin şewitandin..

Hîn Tirkiyê li vê barê de ti daxuyaniyek nedaye.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî ragihand ku di encama êrîşa balafirên şer de li Idlibê 5 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û zêde ji 5 leşkerên din jî birîndar bûne.

Çavkaniyên tirk çend rojan berî viya jî ragihandin ku 8 leşkerên Tirkiyê di şer û pevçûnên parêzgeha Idliba Sûriyê hatine kuştin.

Eva zêde ji du meh in ku Sûriyê bona azadkirina parêzgeha Idlibê ji bin lepên terorîstên ku Tirkiye li pişta wan e operasiyoneke berfire daye despêkirin ku eva bûye sedema rayedarên Tirkiyê û wan jî liv û tevgerên xwe yên leşkerî û dagîrkerîli navçê zêde kirine.