Berdewamiya pêşveçûna artêşa Sûriyê li başûra Idlibê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313519-berdewamiya_pêşveçûna_artêşa_sûriyê_li_başûra_idlibê
Artêşa Sûriyê duh êvarê jî pêşveçûna xwe li başûra parêzgeha Idlibê bi serketin ve berdewam kir û di encama vê pêşveçûnê de gundên Meeret Hurmeh , Meerzîta û Cibala ji bin lepên terorîstan derxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 25, 2020 05:25 Asia/Tehran
  • Berdewamiya pêşveçûna artêşa Sûriyê li başûra Idlibê

Artêşa Sûriyê duh êvarê jî pêşveçûna xwe li başûra parêzgeha Idlibê bi serketin ve berdewam kir û di encama vê pêşveçûnê de gundên Meeret Hurmeh , Meerzîta û Cibala ji bin lepên terorîstan derxistin.

Li gor Pars Today çavkaniyên sûrî ragihandin ku di encama operasiyona artêşa Sûriyê ji bo azadkirina van sê gundan de bi dehan terorîst hatin kuştin û birîndar bûn.

Artêşa Sûriyê di rojên berê jî karîn çend dever û gundan li başûr û rojhilata parêzgeha Idlibê ji bin lepên terorîstan derxînin.

Parêzgeha Idlibê cihê herî dawiyê li Sûriyê ye ku terorîst tê de mane û Tirkiye jî piştgiriya wan dike.