Aldar Xelîl: Pêşniyarkirina NY’yê piştevaniya eşkere ya projeya Tirkiyê ye
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokartîk (TEV-DEM) got: pêşniyara NY’yê ya derbasbûna alîkariyan di dergehên di bin serweriya Tirkiyê de ji bakurê Sûriyê re piştevaniya eşkere ya projeya dewleta Tirk e.
Aldar Xelîl Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokartîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl der barê mijarê de li ser hesabê xwe yê twitterê wiha nivîsand: "Pêşniyara NY’yê ya derbaskirina alîkariyan ji bakurê Sûriyê re di dergehên di bin serweriya Tirkiyê de piştevaniya eşkere ya projeya dewleta Tirkiyê li Sûriyê di bin navên mirovahiyê de ye."
Aldar da zanîn ku ev pêşniyar tunebûnek diyar e ji bo cudakirina terorîst ji gelê Sûriyê ye ji hêla NY’yê ye û wiha domand: "Ev pêşêniyar rola neyênî ya ku ne layiqê saziya weke NY’yê diyar dike, her wiha rola wê ya yekalî û hewdana sepandina wekhevî û aştiyê reş dike
Neteweyên Yekbûyî (NY) duh pêşniyar kir ku dergeha Girê Spî ya li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê ji bo derbaskirina alîkariyan li sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar bîne.
Endamê parlamentoya Belçîkayê George Delmansh ku seredana bakûr û rojhilata Sûriyê kiriye, êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kirêtiyê wesifandin û diyar kir ku hikumeta Belçîkayê biryara Rêveberiya Xweser a Demokratîk der barê darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibîne ku pêngaveke pir baş e.