Dawîn alûgurên şerê li Idlibê
Sibat 23, 2020 13:44 Asia/Tehran
Çavkanîyên ser bi neyarên sûrî ragihandin ku karwanekî nû yê Artêşa Tirkîyê ber bi Idlibê va çû û hêzên Tirkîyê çeperên Artêşa Sûrîyê li Nêyrebê dan ber topan.
Ajansa Nûçan a Sputnikê ji zarê çavkanîyên ser bi neyarên sûrî ragihand ku Artêşa Tirkîyê karwanekî pêkhatî ji 65 barhilgirên alavên leşkerî yên giran ji derîyê Kefer Losînê va ber bi deverên Ehsem, Bare, derdora Kefer Nobilê li başûra Idlibê va şand.
Karwanekî Artêşa Tirkîyê jî ji derîyê Xirbe Cozê va derbas bû û ber bi bajarokê Iştebriqê va li derdora rojavaya Idlibê va çû.
Ligorî raporan, hêzên Tirkîyê çeperên Artêşa Sûrîyê li Nêyrebê dan ber topan.
Herwiha pevçûnên giran di navbera têrorîstan û Artêşa Sûrîyê li mêhwerên Til Nar-Kefer Sincê û Şêx Damisê li başûra Idlibê derketin.