Rûsiye: Tirkiye pişta têrorîstan digire
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313422-rûsiye_tirkiye_pişta_têrorîstan_digire
Moskovayê Enqere tawanbar kir ku li Idlibê pişta çeteyan digire.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 21, 2020 15:45 Asia/Tehran
  • Rûsiye: Tirkiye pişta têrorîstan digire

Moskovayê Enqere tawanbar kir ku li Idlibê pişta çeteyan digire.

Li gorî rapora Reutersê, Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ragihand ku topxaneya artêşa Tirkiyê alîkariya têrorîstên sûrî li derdora Helebê kiriye û ev piştevaniya Tirkiyê bûye bayîs ku têrorîst li hin deveran hinekî pêşde biçin.

Artêşa Sûriyê bi piştevaniya hêzên esmanî yên Rûsiyê ev destdirêjî têkşikandin.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê îro her wiha ragihand ku raporên derbarê revîna bi sedan hezar sûriyan ji Idlibê virr û derew in.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê di vê daxuyaniyê da her wiha Enqere hişyar kir ku bila rê bide şêniyên Idlibê ku herin deverên din ên Sûriyê.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê her wiha ragihand ku Tirkiyê hejmareke zêde ya alavên şêrr û cebilxane di hefteyên dawiyê da şandine Idlibê.

Di vî halî da serokomarê Tirkiyê di gotûbêja telefonî tev hevtayuê xwe yê fransî û serokwezîra Almanyayê bi wan ra li ser qeyrana Idlibê axivî.

Erdoxanê serokomarê Tirkiyê di têkilliya telefonî digel Mekron û Mêrkêlê ji Parîs û Bêrlînê daxwaza alîkariyê kir û got ku operasiyona dewleta Sûriyê bi piştevaniya Rûsiyê bûye sebeb ku Enqere û Moskova di bereberê pevçûnekê da bin.