Di navbera Hêzên Sûrîye û Tirkîyê de pevçûn derket, Moskowê pişta Şamê girt
Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku di navbera Artêşên Tirkîye û Sûrîyê de li rojavaya parêzgeha Idlibê şer derket. Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê jî ragihand ku balafirên cengê yên vî welatî êrişî çeperên têrorîstan li Sûrîyê kirin, ev yeka bû sedema berteka Enqerê.
Di şerê di navbera Artêşên Tirkîye û Sûrîyê de, destpêkê hêzên Artêşa Tkrkîyê çeperên hêzên Artêşa Sûrîyê li rojavaya parêzgeha Idlibê dan ber topan, piştre Artêşa Sûrîyê jî bi topan bersiva wê êrişê da.
Hevgavê zorbêjîyên Tirkîyê, têrorîstan jî ji 6 deverên derdora bajarokê Nêrebê va li rojhilata Idlibê hewil dan bikevin wî bajarokî ku nekarîn. Çavkanîyên meydanî ragihandin ku di wê opêrasyonê de bilî têrorîstên Artêşa Azad ku ser bi Tirkîyê ne, têrorîstên Cebhet ul Nusrê jî pişikdar bûn.
Ji hêla din ve mêdyayên Tirkîyê jî ragihandin ku Wezareta Berevanîyê karwanekî din ê leşkerî û alavên leşkerî şand derdora Idlib.
Di vî halî de, Koma Berxwedana Netewî ya Sûrîyê jî ragihand ku hêzên xwe dide ber destê Fermandetîya Artêşa Sûrîyê jibo sekinîna himberî zorbêjîyên Tirkîyê.
Rêzan Hido Sîyasetvanê Kurd ku Serokê Polîtburoya Koma Berxwedana Netewî ya Sûrîyê ye di daxûyanîyekê de ragihand: Heke Fermandetîya Artêşa Sûrîyê daxwazê bike, em dikarin amadekarîyên locêstîk tevav bikin û bi hezaran hêzan jibo sekinîna himberî zorbêjîya Tirkîyê kom û amade bikin.
Tê gotin armanca sereke ya Tirkîyê ji êrişa ser leşkerên Sûrîyê, kontrolkirina şarê Seraqibê û bajarokê Nêyrebê ye.
Hevgavê gurrbûna gêre û pevçûnên di navbera Tirkîye û Sûrîyê de, Wezareta Berevanîya Ûrsêtê jî şeva buhurî ragihand ku Artêşa vî welatî têrorîstên ku dil hebûn li Idlibê êrişî hêzên sûrî bikin, da ber bombeyan û paşda zivirand.
Wezareta Berevanîya Tirkîyê jî duh danê êvarê di daxûyanîyekê de ragihand ku di encama êrişa hewayî ya Ûrsêtê de herîkêm 2 serbazên Artêşa Tirkîyê hatin kuştinê û 5 jî birîndar bûn.
Pevçûn û gêreyên di navbera Ûrsêt û Tirkîyê liser Sûrîyê di halekî de gurr bûn ku rayedarên ûris têkildarî her cure lihevkirina digel Tirkîyê jibo kutakirina opêrasyona dijî Artêşa Sûrîyê bêhêvîbûna xwe nîşan dan.
Opêrasyona azadkirina parêzgeha Idlibê wek dawîn parêzgeha dagirbûyî bi destê têrorîstan, ji havîna sala 2019`ê va destpê bû. Lê ji dawîya Kanûna sala buhurî ve hêzên sûrî di encasma wê opêrasyonê de gellekî li pêş ketin bi awayekî ku di 2 mehên buhurî de zêde ji 1300 kîlomêtrên çarkunc ji axa Sûrîyê hatîye azadkirinê, ev yeka jî bûye sedema hêrsbûna dewleta Enqerê.