Mezlûm Kobanî pergala hevserokatiya YNKê pîroz kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313391-mezlûm_kobanî_pergala_hevserokatiya_ynkê_pîroz_kir
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) peyameke pîrozkirinê ji Lahûr Şêx Cengî û Bafil Talibanî ra şand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 20, 2020 14:07 Asia/Tehran
  • Mezlûm Kobanî pergala hevserokatiya YNKê pîroz kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) peyameke pîrozkirinê ji Lahûr Şêx Cengî û Bafil Talibanî ra şand.

Li gorî Kurd Pressê, Mezlûm Kobanî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) peyameke pîrozkirinê ji Lahûr Şêx Cengî û Bafil Talibanî ra şand û bijartina wan wek hevserokên YNKê li wan pîroz kir.

Mezlûm li Twitterê nivîsî: Ez pîrozbahiyê li birayên xwe li YNKê dikim bo bijartina Lahûr Şêx Cengî  ûBafil Talibanî.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) her wiha hêviya bihêzbûna têkilliyên YNK û HSDê kiriye.