Mertala Berevanîya Hewayî ya Sûrîyê çend mûşek li esmanê Laziqîyê teqandin
Sibat 20, 2020 05:53 Asia/Tehran
Mertala Berevanîya Hewayî ya Sûrîyê çend mûşekên dijminan li esmanê Laziqîyê teqandin.
Ligorî rapora Televîzyona Hikûmeta Sûrîyê, Mertala Berevanîya Hewayî ya vî welatî şeva buhurî çend mûşekên dijminan li esmanê derdora şarê Cêbêlê ser bi parêzgeha Laziqîyê teqandin.
Derbarê vê mijarê de hê hûrgilîyên zêdetir nehatine belavkirinê.
Çavkanîyên nûçeyan jî ragihandin ku ew mûşekana ji girikên Golana ku Rêjîma Sîyonîst dagir kirîye, hatine avêtinê.