Wekîlê NY di Karên Sûrîyê de xwest ku şerê li Idlibê were sekinandinê
Wekîlê Taybet ê Sêkrêtêrê Gişt NY di Karên Sûrîyê de xwest ku şerê li Idlibê zûka were sekinandinê.
Civata Ewlehîyê ya NY civînek ji bo hilkolandina rewşa Sûriyê lidar xist. Di civînê de Geir PedersenWekîlê Taybet ê Sêkrêtêrê Gişt NY di Karên Sûrîyê raporta xwe derbarê dawî pêşhatên meydanî, siyasî û mirovî raber kir.
Pederson bêyî amajeyî dagirkerî û zorbêjîyên vê dawîyê yên Tirkîyê li Idlibê bike, derbarê alûgurên bakura Sûrîyê de dilgiranîya xwe nîşan da û got ku gêreyên li Idlibê bandor li jîyana sivîlan kirine.
Pederson derheq hebûna têrorîstan li Idlibê mukur hat û idia kir ku têkoşîna himberî têrorîstan divê ligorî qanûnên navnetewî be.
Wekîlê Taybet ê Sêkrêtêrê Gişt NY di Karên Sûrîyê de herwiha got ku şer li Heleb û Idlib û Efrînê berdewam e û dilgiraniya xwe ji ber çalakiyên DAIŞê li bakurê rojhilatê Sûriyê anî zimîn.