Dewleta Tirkîyê û çeteyên wê şûnwarên Efrînê hedef digirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313358-dewleta_tirkîyê_û_çeteyên_wê_şûnwarên_efrînê_hedef_digirin
Zêdetirî 2 salan e ku devera Efrînê hatiye dagirkirin û artêşa Tirkîyê û çeteyên wê şûnwar û berhemên dîrokî yên Efrînê talan û wêran dikin û didizin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 19, 2020 13:33 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkîyê û çeteyên wê şûnwarên Efrînê hedef digirin

Zêdetirî 2 salan e ku devera Efrînê hatiye dagirkirin û artêşa Tirkîyê û çeteyên wê şûnwar û berhemên dîrokî yên Efrînê talan û wêran dikin û didizin.

Artêşa Tirkîyê û çeteyên wê 20’ê Çileya 2018`an êrişî Efrînê kirin û ji roja duyem ve dewleta Tirkîyê bi balafiran perestgeh û girên Eyn Darê hedef girtin. Di vê mijarê de UNESCO'yê bi daxuyaniyekê nerehetiya xwe anî zimîn û bang li dewleta Tirkîyê kir ku êrişan bisekinîne. Lê dewleta Tirkîyê hîn zêdetir êriş kir û raya navnetewî jî li hemberî vê yekê bêdeng ma.

Şûnwarên ku yên beriya bihezaran salan in û bermahiyên şopên gelek şaristiyan li van şûnwaran peyda dibin.

Rêvebira Dayra Şûnwarên Kantona Efrînê girên kevnare û deverên çeteyên artêşa Tirkîyê talan û wêran kirine belge kirine.

Balafirên Tirkiyê ji sedî 60 şûnwarên girê Eyn Darê yên etnîkî rûxandin. Çeteyên bi navê "Hemzat" peykerên bi perestgehê ve girêdayî talan kirin û peykerê Esed El-Bazlîtiyê Mezin wendayî ye. Her wiha çeteyên bi navê"Cebhet El-Weteniyê Lil Tehrîr" Gir kirin qereqol.

Çeteyên Lîwa Siqûr El-Şemal jî devera Nebî Hûrî (Cyrrhus) bi alavên giran xerab kirin. Ji ber vê yekê nîgarên mozaîkî yên kêmpeyda derketin û çarenûsa wan nîgaran nayê zanîn.

Piştî çeteyan devera Xirabê Gulê yê gundê Elîbêsikî yê navçeya Racoyê talan kirin, nîgarên mozaîk û bermayî derxistin derveyî Sûriyê.