Amerîkayê 13 karwanên leşkerî şandine bakura rojhilata Sûrîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313347-amerîkayê_13_karwanên_leşkerî_şandine_bakura_rojhilata_sûrîyê
Navenda Aştîyê ya Ûrsêtê li Sûrîyê ragihand ku Amerîkayê zêde ji 300 barhilgirên tijî çek, rext û alavên leşkerî şandine bakura rojhilata Sûrîyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 19, 2020 07:33 Asia/Tehran
  • Amerîkayê 13 karwanên leşkerî şandine bakura rojhilata Sûrîyê

Navenda Aştîyê ya Ûrsêtê li Sûrîyê ragihand ku Amerîkayê zêde ji 300 barhilgirên tijî çek, rext û alavên leşkerî şandine bakura rojhilata Sûrîyê.

Olêg Joravlêv Serokê Navenda Aştîyê ya Ûrsêtê li Sûrîyê got: Artêşa Amerîkayê ji destpêka îsal ve 13 karwanên leşkerî ji Iraqê şandine bakura rojhilata Sûrîyê ku zêde ji 300 barhilgirên tijî çek û rextan pêk dihatin.

Wî herwiha got: Ew alavên leşkerî yên Amerîkayê ku jibo komên çekdar tên şandinê, dijî leşkerên Tirkîyê û niştecihên sivîl li bakura rojhilata Sûrîyê tên bikaranînê.

Olêg Joravlêv Serokê Navenda Aştîyê ya Ûrsêtê li Sûrîyê herwiha got: Ji ber êrişên komên çekdar, sivîlên sûrî deverên bakura rojhilata vî welatî diterikînin û berê xwe didin deverên di bin kontrola dewleta Sûrîyê de. 

Ji hêla din ve, Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê ku meqera wê li Londonê ye, ragihand ku di 24 sietên buhurî de artêşa Tirkiyê 2 karwanên leşkerî ji derîyê Kefer Lusîn li bakurê Îdilbê derbazî Sûriyê kirin ku her du karwan ji 160 barhilgiran pêk dihatin. 

Ligorî daxûyanîya Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê, hêzên Tirkiyê li bajarokê Sermîn li rojhlatê Îdilbê jî belav bûne.

Li gor zanyarîyên Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê, artêşa Tirkiyê ji destipêka Subatê ve û heya niha zêdetir ji 2 hezar û 300 barhelgirên tijî kelûpel, çek, cebilxane û herweha otombîlên serbazî derbazî Sûriyê kirine. Hejmara serbazên Tirkiyê jî ji 7 hezar serbazan derbas bûye. Herweha hejmara xalên wê yên serbazî jî gehaye 36 xalan.