Wezîrê Berevanîya Ûrsêtê: Sedî 90`ê axa Sûrîyê hatîye azadkirinê
Wezîrê Berevanîya Ûrsêtê ragihand ku dedî 90`ê axa Sûrîyê hatîye azadkirinê û xwest ku boykotên dijî vî welatî di warê ênêrjîyê de bên rakirinê.
General Sergey Şoygo Wezîrê Berevanîya Ûrsêtê ragihand ku Artêşa Sûrîyê di encama opêrasyonên vê dawîyê de karîye zêde ji 700 kîlomêtrên çarkunc li parêzgehên Heleb û Idlibê azad bike û ramalîne.
Ligorî vê raporê, di encama wê opêrasyonê de ku mehek girte ber xwe, Artêşa Sûrîyê gihîşt 30 kîlomêtrîya navenda parêzgeha Idlibê, rêya navnetewî ya Heleb-Şamê azad kir û rojavaya Helebê ji têrorîstan ramalî û têrorîst ji wî şarî tam paşda dan.
Sergey Şoygo herwiha ji Civata Ewlehîyê ya NY xwest ku boykotên ser Şamê di warê ênêrjîyê de hatine sepandinê, rake.
Boykotên nû yên YE`yê yên dijî Sûrîyê, rawestandina heyîtîyên Banka Navendî ya vî welatî li Ewrûpayê, nift û sermayeguzarîya li Sûrîyê jî digirin ber xwe.