Esed: Em dê hemî axa Sûriyê rizgar bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313314-esed_em_dê_hemî_axa_sûriyê_rizgar_bikin
Serokomarê Sûriyê Beşar Esed ragihand ku li herêma Idlib û derdora wê şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên opozisyona Sûriyê de berdewam in û em dê tevahiya axa Sûriyê azad bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 18, 2020 08:36 Asia/Tehran
  • Esed: Em dê hemî axa Sûriyê rizgar bikin

Serokomarê Sûriyê Beşar Esed ragihand ku li herêma Idlib û derdora wê şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên opozisyona Sûriyê de berdewam in û em dê tevahiya axa Sûriyê azad bikin.

Beşar Esed Serokomarê Sûriyê got ku hêj şerê wan ê ji kontrolkirina tevahiya axa Sûriyê bidawî nebûye.

Beşar Esed diyar kir ku Şam û Heleb du baskên Sûriyê ne û baweriya wî bi “wefadariya xelkê Helebê” heye û şerê kontrolkirina gundên Helebê berdewam e.

Esed da zanîn ku li herêma Idlibê û derdora wê şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên opozisyona Sûriyê de didomin û hêj şerê wan ê ji bo kontrolakirina tevahiya axa Sûriyê didome û got: “Em dê tevahiya axa Sûriyê rizgar bikin.”

Serokomarê Sûriyê di heman demê de amaje bi wê yekê kir ku dê li welatê xwe dawiyê li “hêzên terorist bîne” û aramiyê vegerîne welatê xwe.