Artêşa Sûriyê: "Emê Terorîzma tekfîrî kokbirr dikin"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313296-artêşa_sûriyê_emê_terorîzma_tekfîrî_kokbirr_dikin
Artêşa Sûriyê bal kişand ser azadkirina bi dehan gund û bajêr li bakurê rojava vî welatî ser dewama rawestana li ber kokbirrkirina terorîzma tekfîrî teqez kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 17, 2020 14:02 Asia/Tehran
  •  Artêşa Sûriyê:

Artêşa Sûriyê bal kişand ser azadkirina bi dehan gund û bajêr li bakurê rojava vî welatî ser dewama rawestana li ber kokbirrkirina terorîzma tekfîrî teqez kir.

 Li gorî rapora SANA News`ê, Fermandetiya artêşa Sûriyê îro Duşemiyê li daxûayniyekê destnîşan kir li çend operasyonan, bi dehan bajarok û hejmareke zêde ji avahî û xanîber û fabrîkeyan ji dagirkirina terorîstan azad kirin û derbasgehên derdora rojava Helebê û girikên ser bi wê ji kontrola terorîstan derxist. 

 Hêzên artêşa Sûriyê di dewama operasyona xwe li parêzgeha Helebê, tevî azadkirina navçeyên Kefer Dail, Şewîhne û Til Şewîhne ji lepên terorîstan, hejmarek ji wan kuştin. 

 Artêşa Sûriyê roja Şemiyê jî karî ku 2 gundên Acil û Ewîcel û bajarokê Orom Kobrayê li rojava parêzgeha  Helebê bixe bin kontrola xwe.