Peydakirina gorna komî li derdora rojhilata Şamê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313293-peydakirina_gorna_komî_li_derdora_rojhilata_Şamê
Hêzên artêşa Sûriyê gorneka komî li navça Dûmayê li derdora rojhilata Şama paytexta Sûriyê keşf kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 17, 2020 13:21 Asia/Tehran
  • Peydakirina gorna komî li derdora rojhilata Şamê

Hêzên artêşa Sûriyê gorneka komî li navça Dûmayê li derdora rojhilata Şama paytexta Sûriyê keşf kirin.

 Li gorî rapora roja Duşemiyê ya SANA News`ê, ji vê gorna komî 70 termên eskeran û xelkê sivîl hatine peydakirin û operasyona kefkirina termên din didome. 

 Muhemed Mensûr serokê polîsê eskerî yê Şamê got: Ev gora komî li navça Mezari El-Ebê nêzîkî bajarê Dûmayê li Xûta rojhilata Şamê,  ya eskeran û xelkê sivîl e ku komên terorîstî li salên 2012`an heta 2014an ew piştî rewandinê, îdam kiribûn. 

 Artêşa Sûriyê bi alîkariyên Komara Îslamî ya Îranê û Rûsiyê karî piraniya axa welatê hanê ji lepên komên terorsîtî azad bike. Endamên mayî yên terorîstan jî li halê işkestê û ji destdayîna dawîn meqerên xwe li Sûriyê ne.