Trump û Pûtîn li ser Idliba Sûriyê axivîn
Serokomarê Amerîkayê di gotûbêja telefonî digel hevtayê xwe yê ûris bêyî amajeya bi destwerdana leşkerî ya Amerîkayê li Rojavaya Asya û Sûriyê, daxwaza bidawîhatina operasiyona çekdarêmn ûris li Idlibê kir.
Li gorî rapora Fars Newsê, Koşka Sipî roja Yekşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê di têkilliya telefonî tev Viladîmîr Pûtînê serokomarê Rûsiyê ji Moskoyê xwestiye ku kiryarên xwe li Sûriyê rawestîne.
Trump her wiha ji Pûtîn xwestiye ku pişta hikûmeta Bişar Esedê serokomarê Sûriyê negire.
Îdiaya Donald Trump di rewşekê da ye ku Amerîkayê di salên dawî da bi berfirehî pişta komên têrorîst li Sûriyê girtiye.
Hebûna leşkerî ya Amerîkayê li bakurê Sûriyê bi armanca talankirin û firotina çavkaniyên petrolê yên vî welatî jî tûşî Şam û Moskoyê bûye.