Tirkiyê 100 erebeyên zirxî şandin ser sînorên Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313285-tirkiyê_100_erebeyên_zirxî_şandin_ser_sînorên_sûriyê
Hêzên çekdar ên Tirkiyê zêde ji 100 erebeyên zirxî pêkhatî ji komandoyên artêşê, muhîmat, alavên qutkirina sîgnalê û şer-alav hebûn, şandine ser tixûbên Sûriyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 17, 2020 04:40 Asia/Tehran
  • Tirkiyê 100 erebeyên zirxî şandin ser sînorên Sûriyê

Hêzên çekdar ên Tirkiyê zêde ji 100 erebeyên zirxî pêkhatî ji komandoyên artêşê, muhîmat, alavên qutkirina sîgnalê û şer-alav hebûn, şandine ser tixûbên Sûriyê.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Şandina karwanên leşkerî yên artêşa Tirkiyê bo ser hudûdên Sûriyê ku di çend rojên bihurîd a gihîştiye asta herî pirr, roja bihurî jî hat domandin.

Ev karwan ku ji baregehên cûrbicûr ên Tirkiyê li vî welatî pêk hatiye  bo parêzgeha Xetayê û navçeya Rêyhanliyê hatiye şandin.

Erdoxanê serokomarê Tirkiyê bi ultîmatomekê gefa êrîşa leşkerî li Sûriyê xwar ku heke heta dawioya Sibata 2020 bo navçeyên diyarkirî li peymana Sûçiyê derbarê Idlibê paşve nekişe, yê bikeve ber êrîşê.

Tevgerên leşkerî yên Tirkiyê di rojên dawî da tûşî nerazîtiya Rûsiyê bûye. Rojek beriya çûyîna desteya Tirkiyê bo Rûsiyê Mîxaîl Bogdanof, alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê got ku hin şik û guamn derbarê hebûna navendên leşkerî yên Tirkiyê li Idlibê hene.

Wî got: Li gorî lêzanînnê min, Tirkiyê çend nuxteyên leşkerî li Idlibê hene. Hinek ji vana li paş baregehên artêşa Sûriyê mane. Loma derbarê vêya ku ev hêz zîrfevaniya ser çi dikin û çi pêwîstiyek jibo mayîna wan li axa Sûriyê heye, hin pirs hatine hilêxistin.