Lavrov: Serketina Esed li Idlibê teqil û bêvegerr e
Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê ragihand ku serketina Esed li Idlibê teqil û bêvegerr e.
Sergey Lavrov Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê li rex Konfiransa Ewlehîyê ya Monîxê got ku serketina Bişar Esed Serokomarê Sûrîyê li Idlibê weke dawîn çepera komên têrorîst teqil û bêvegerr e.
Lavrov herwiha got: Amerîkayê têkçûna DAIŞ`ê ragihand lê, ew hovana zivirîne.
Eva di halekî da ye ku Hikûmeta Tirkiyê şandina leşkeran û alavên leşkerî bo piştevaniya hêzên wî welatî û çeteyên li Idlibê didomîne û herîdawîyê duh karwanekî serbazî pêkhatî ji çekên giran ji Aksarayê şande sinorê Sûriyê.
Di van rojên dawî de tevgera leşkerî, bombebaran û şer û pevçûn li Idlibê zêde bûne û hêzên hikûmeta Sûriyê jî gihiştine nêzîkê Idlibê û 8 xalên çavdêriyê yên Tirkiyê jî hatine dorpêçkirin.
Hêzên Artêşa Sûrîyê di 7 rojan de zêde ji 20 top û panzêrên ku Tirkîyê dabûn çeteyan li Idlibê ji nav birin.