Hevdîtina Larîcanî û Beşar Esed li Şamê
Sibat 16, 2020 14:08 Asia/Tehran
Serokê Meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û serokkomarê Sûriyê li Şamê hevdîtin û gotûbêj kir.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Elî larîcanî, serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û Beşar Esed serokkomarê Sûriyê roja yekşemiyê li vê hevdîtinê li bara dawîn alûgurên navçê û serketinên têkoşerên berxwedanê li bereya bakurê rojava Sûriyê şêwirîn.
Larîcanî û Esed her wiha li ser pêwîstiya hevkariya navçeyî li çarçoveya rawestana li ber komên terorîstî yên li Sûriyê ku ji aliyê biyaniyan va tên piştgirîkirin û kokbirrkirina wan li vî welatî teqez kirin.
Elî Larîcanî serokê meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê îro bona hevdîtin û gotûbêja tev rayedarên pilebilind ên Sûriyê bi taximeka parlemanî re gihêşt Şamê.