Balafirên Sûrîye û Ûrsêtê çeperên Cebhet ul Nusrê dan ber bombeyan
Balafirên Sûrîye û Ûrsêtê çeperên Cebhet ul Nusrê li derdora bakura Helebê dan ber bombeyan.
Ligorî rapora Kanala Al Mayadeenê, Balafirên Sûrîye û Ûrsêtê çeperên Cebhet ul Nusrê li derdora bakura Helebê dan ber bombeyan.
Ji hêla din ve, Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî ragihand, ku Rêya M5 ya di navbera Şam û Helebê de, bi tevahî ji aliyê hêzên hikûmeta Sûrîyê ve hate kontrolkirin.
Piştî ku hêzên hikûmeta Sûriyê çend navçe ji wan Fewca 46, Elmuhendisîn, Orum ElKubra, Orum Elsuxra, Şamîkoyê û rêya serekî M5 li rojavayê Helebê ji destê grûpên çekdar derxistin, niha berê xwe dane navçeya Şêx Eqîl û bajarokê Etaribê.
Di vê derbarê de Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku Rêya M5 ya di navbera Şam û Helebê de bi tevahî ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatiye kontrolkirin.