Parlemana Sûriyê pêşnûmaya ‘Komkujiya Ermeniyan’ pesend kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313181-parlemana_sûriyê_pêşnûmaya_komkujiya_ermeniyan’_pesend_kir
Parlemana Sûriyê pêşnûmaya qirkirina ermeniyan di sala 1915ê bi destê tirkên Osmanî de weke “komkujî” pesend kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 14, 2020 05:09 Asia/Tehran
  • Parlemana Sûriyê pêşnûmaya ‘Komkujiya Ermeniyan’ pesend kir

Parlemana Sûriyê pêşnûmaya qirkirina ermeniyan di sala 1915ê bi destê tirkên Osmanî de weke “komkujî” pesend kir.

Ajansa nûçeyan a Sûriyê SANAyê ragihand ku Parlemana wî welatî di rûniştina duh 13yê Sibatê de her hewldanek ji bo înkarkirina cinayeta dîrokî ya qirkirina ermeniyan di sala 1915 bi destê tirkên Osmanî şermezar kir û ev cinayet  wek “komkujî” pesend kir û parlemanterên sûrî di biryarnemeke din ji welatên cîhanê xwest ku komkujiya ermeniyan pesend bikin û vê cinayetê şermezar kin.

Serokê Komîteya Peywendiyên Derve û Erebî li Parlemana Sûriyê Butros Morjana, diyar kir ku piştî “Komkujiya Ermeniyan” li bakurê Sûriyê, komkujiya Suryanî û Aramiyan jî hate encamdan û got: “Dema wê yekê hatiye ku ew kiriyarên dermirovî bêne şermezarkirin û rê li ber were girtin ku carake din dubare nebin.”

Balyozê Ermenistanê yê li Sûriyê Mihemed Hac Îbrahîm jî ragihand ku “xelefeyên kesên pêştir komkujî pêk anîne, îro bi rêya teroristan heman tawanan li hemberî xelkê Sûriyê pêk tînin.”

Serokê Parlemana Sûriyê Hemûde Sebax jî bal kişand ser kiryarên bi dijminatî yên Tirkiyê li bakura Sûriyê û got: Tirkiye bi kiryarên xwe yên dijminane nîşan daye ku derheq fikr û zêhniyeta Osmanî emekdar e.

Wî herwiha got: bav û kalên Erdogan serokomarê Tirkiyê cinayetên diltezîn li dijî ermeniyan kirin û xelkê Sûriyê bi başî van cinayetan fem dikin çûnku bi xwe ketine ber terorîsmeke wiha bi xuf û cinayetkarane. 

Ligel vê biryarê, Sûriyê dibe duyemîn welatê Erebî ku bûyerên 1915an weke komkujî Ermeniyan qebû dike.

Welatên Komkujiya Ermeniyan nas dikin

Heya niha zêde ji 30 welatên cîhanê qirkirina ermeniyan di sala 1965an de weke komkujî nas kirine û Sûriyê duyemîn welatê Erebî piştî Lubnanê ye ku ev kara kiriye.