Beşar Ceferî: Ne pêkan e agirbes li Idlibê pêk were
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313159-beşar_ceferî_ne_pêkan_e_agirbes_li_idlibê_pêk_were
Nûnerê Sûriyê yê Netewên Yekbûyî (NY) Beşar Ceferîragihand: Di rewşa vê demê de damezrandina agir besê li Idlibê ne pêkan e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 13, 2020 09:10 Asia/Tehran
  • Beşar Ceferî: Ne pêkan e agirbes li Idlibê pêk were

Nûnerê Sûriyê yê Netewên Yekbûyî (NY) Beşar Ceferîragihand: Di rewşa vê demê de damezrandina agir besê li Idlibê ne pêkan e.

Li gor Al-Mayadeen, BasNews - Nûnerê Sûriyê yê NY, Beşar Ceferî duh got: Rikebrî û rageşiyên siyasî niha bûne alozî û dijberiyên leşkerî û ji ber vê rewşê  damezrandina agir besê li Idlibê ne pêkan e.

Ceferî got: Welatên Rojavayê û Amerîka dixwazin ku Tirkiyê ji ber pêwendiyên wê bi Rûsyayê re bêxin nav şer û pevçûnên Sûriyê.

Konseya Ewlekariyê ya NY pêncşemiya hefteya bihurî li ser rewşa Sûriyê bi taybetî ya Idlibê rûniştinek li dar xist.

Ev rûniştin hevdemê pêşveçûnên artêşa Sûriyê ji bo azadkirina parêzgeha Idlibê û li gor daxwaza nûnerên Amerîka, Fransa û Brîtanyayê li NY pêk hat.

Rewşa Idlibê li rojên vê dawiyê ji ber provaksiyonên terorîstên ser bi Tirkiyê û êrişên wan yên di çarçova binpêkirina agirbesê de cardin aloz û tevlî hev bû û ketina artêşa Tirkiyê bi çek û sîlahên zav nav vê deverê jî rewş aloztir kiriye.