Li rojhilata parêzgeha Idlibê derbên giran li têrorîstan ketin
Li encama êrişa hevpar a balefirên cengê yên artêşa Sûriyê û Rûsiyê ser meqerên terorîstan li rojhilata parêzgeha Idlibê, herîkêm 60 terorîst hatine kuştin.
Li gorî rapora Al-Alam`ê, çavkaniyeka eskerî ya artêşa Sûriyê roja çarşemiyê raghand li halekê ku terorîstan dixwezstin êrişî ser meqerên artêşa Sûriyê li rojava Meret El-Nemanê li Idlibê bikin, balefirên artêşa Sûriyê û Rûsiyê li operasyoneka hevpar li derdora bajarokê Dêrsinbilê ew dan ber êrişan.
Li hemen demê de Sûriye û Rûsiye bi daxûyaniyeke hevpar teqez kirin navça kêmkêşe ya li Idlibê ji ber kiryarên terorîstên ku ji aliyê Tirkiyê va piştgirî dibin, rastî xetera însanî bûye.
Li vê daxûyaniyê hatiye: Li encama êrişên terorîstan li bajarê Idlibê, li bakurê rojava Sûriyê, herîkêm 150 kesên sivîl ên sûrî hatine kuştin.
Piştî binpêkirinên berdewam ên agirbesê ji aliyê terorîstên li parêzgeha Idlibê ku ji aliyê Tirkiyê va piştgirî dibin, artêşa Sûriyê ji çend rojan berî niha va pêşdeçûna nav vê parêzgehê bo azadkirina wê ji lepên komên terorîstî destpê kiriye.
Artêşa Sûriyê hevgavê pêşdeçûna li başûrê parêzêgeha Idlibê operasyonek li rojava û başûrê parêzgeha Helebê bona paqijkirina vna navçana ji lepên terorîstan destpê kiriye.