Artêşa Tirkiyê êrîşî ser hin çeperên artêşa Sûriyê kir
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îdia kir ku vî welatî 115 armancên artêşa Sûriyê li Idlibê dane ber êrîşê.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê her wihab îdia kir ku li pey vê êrîşê zêde ji 100 çekdarên sûrî hatine kuştin.
Xilûsî Akar li hevpeyvîna bi hejmara vê dawiyê ya rojnama Huriyetê got: Ger hişyariyên Tirkiyê li hember operasyona artêşa Sûriyê li parêzgeha Idlibê neyên berçavgirtin, Enqere dê planên xwe yên eskerî li dijî Şamê cih bîne. Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê got: Ger dewleta Sûriyê heta dawiya Sibatê ji derdora postên çavdêriyê yên Tirkiyê paşde venekişe, Enqere dê dev ji opersyoneka eskerî ya din li bakurê Sûriyê bernede.
Heftiya bihurî hêzên Sûriyê êrîşî ser çeperên hêzên Tirkiyê li Idlibê kirin û hejmareka wan kuştin û birîndar kirin. Vê yekê Enqere hêrs kiriye.
Lê erkantiya giştî ya artêşê û hêzên çekdar ên Sûriyê bi weşandina daxûyaniyekê raghand ku di dewama pêşdeçûnên hêzên sûrî li dijî meqerên komên terorîstî li parêzgeha Idlibê, zêde ji 600 kîlometreyên çarknc ji erdên vê navçê û parêzêgeha Helebê ji kontrola terorîstan derketiye.