Trimbêla bombekirî li Efrîna Sûriyê teqiya
Trimbêla bombekirî îro Duşemiyê li bajarê Efrînê li bakurê parzêgeha Heleba Sûriyê teqîya ku li encama wê hejmarek ji xelkê sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.
Li gorî rapora kanala El-Alamê, di encama teqîna trimbêleka bombekirî li yek ji riyên qelebalix ê bajarê Efrînê li bakurê rojava Sûriyê, heşt kesên sivîl hatin kuştin û 17 kesên din jî birîndar bûn ku rewşa heft kesan ji wan xirab e.
Roja Yekşemiyê jî di encama teqîna bombeyê li bajaroka pêşeyî ya Efrînê, çend kesên sivîl birîndar bûn.
Artêşa Tirkiyê li du êrîşên nasiyar bi Mertala Firatê û Çiqila Zeytûnê, 4 hezar KM ji axa Sûriyê û bajarên Bab, Ezaz, Cirablos û Efrînê li bakurê vî welatî dagir kirine.
Dewleta Sûriyê bi dagirkerî û neqanûnîbinavkirina operasyona eskerî ya artêşa Tirkiyê li navça Efrînê û navçên din ên bakurê Sûriyê, daxwaza derketina hêzên artêşa Tirkiyê ji axa Sûriyê kiriye.
Bajarên bakurê Helebê ku ji aliyê terorîstan va hatine dagirkirin, şehedê teqînên berdewam e.