Mistefa Meşayix: Şanda PYD û Şamê li ser awayê danûstandinan li hev kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313051-mistefa_meşayix_Şanda_pyd_û_Şamê_li_ser_awayê_danûstandinan_li_hev_kirin
Şandeke PYD'ê û Hikûmeta Sûriyê li Şamê civiyan. Serkirdeyekî Yekîtî û endamê şanda Kurd a li Şamê jî got ew li gel Sûriyê rêkevtine ku li ser hemû dosyeyên di çarçoveya komîteyên taybet de danûstandinan bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 10, 2020 04:29 Asia/Tehran
  • Mistefa Meşayix: Şanda PYD û Şamê li ser awayê danûstandinan li hev kirin

Şandeke PYD'ê û Hikûmeta Sûriyê li Şamê civiyan. Serkirdeyekî Yekîtî û endamê şanda Kurd a li Şamê jî got ew li gel Sûriyê rêkevtine ku li ser hemû dosyeyên di çarçoveya komîteyên taybet de danûstandinan bikin.

Endamê Şanda hevbeş a Kurd ji bo danûstandina li gel hikûmeta Sûriyê, Mistefa Meşayix ragihand, ku berpirsê ofîsa Asayîşa Niştîmanî ya Sûriyê û Cîgirê Seorkê Sûriyê Elî Memlûk ji aliyê Beşar Esed ve hatiye erkdarkirin, ku nûneratiya hikûmeta Sûriyê di danûstandinan de bike. 

Mistefa Meşayix diyar kir, di civîna wan a dawiyê de ligel berpirsên hikûmeta Sûriyê, wan herdu aliyan lihev kirine, ku bi navbênkariya Rûsyayê dest bi danûstandinên cidî bikin.

Cîgirê Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) diyar kir, li gor wê lihevkirinê, herdu aliyên Kurd û hikûmeta Sûriyê dê li ser pirsên leşkerî, perwerdehî, birêveberî, petrol û doseyên din dest bi gotûbêj û danûstandinên cidî bikin.

Wî rayedarê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku endamê şanda Kurdî ya li Şamê ye, herwiha got, piştî destpêkirina danûstandinan, ew dê komîteyên cûrbicûr ji herdu aliyan ava bikin, ji bo ku li ser pirsên perwerde, leşkerî û yasayî lihev bikin.