Artêşa Sûrîyê derbasî derdora şarê Helebê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i313030-artêşa_sûrîyê_derbasî_derdora_şarê_helebê_bû
Artêşa Sûrîyê bi têkbirina çeperên têrorîstan derbasî derdora şarê Helebê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 09, 2020 12:30 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûrîyê derbasî derdora şarê Helebê bû

Artêşa Sûrîyê bi têkbirina çeperên têrorîstan derbasî derdora şarê Helebê bû.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA NEWS), hêzên Artêşa Sûrîyê di dewama opêrasyona azadkirina Helebê de, derbasî gundê Kilarîyê bûn û hejmarek têrorîst jî kuştin.

Li derdora rojhilata parêzgeha Idlibê jî hêzên Artêşa Sûrîyê bi azadkirina gundê Telîhê nêzîkî balafirgeha leşkerî ya Teftnazê bû.

Ji hêla din ve, di navbera Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) û têrorîstên ser bi Tirkîyê de li mêhwera Um ul Kêfê li derdora Hesekê pevçûn derket.

Fermandariya Artêşa Sûriyê jî ragihand, ku di heyama çend rojan de, wan bajarê Maeret Numanê û 28 bajarok û gund kontrol kirine. Artêşa Sûriyê dibêje li ser hev heya niha 136 nevçeyên Idlibê û derdora Helebê azad kirine û gelek terorîst jî hatine kuştin û birîndar bûne.

Di vî halî da hêzên Tirkîyê bi êrişa ser çeperên Artêşa Sûrîyê, astengîyan ser rêya kokbirrkirina têrorîsmê û kutakirina qeyrana vî welatî derdixe.