Salih Muslim: Tirkiyê derbasî pêvajoyeka bi talûke li navçê bûye
Berpirsê peywendiyên derve yê partiya Demokratîka Sûriyê(PYD) got: Tirkiye li navçê derbasî pêvajoyeka bi talûke bûye.
Salih Muslim,berpirsê peywendiyên derve yê partiya Demokratîka Sûriyê( PYD) bal kişand s er siaysetên Tirkiyê li Sûriyê û got: Gişt dizanin Tirkiye bi komên tundrê ên navçê peywendiyên kûr heye. Tenha derwazeya van komana li Idliba Tirkiyê ye û hemî hevcetiyên locêstîkî ji wan çekên giran bo van komana ji Tirkiyê dabîn dibe. Komên hanê tam mîna hêzên Yênî Çêrî yên serdema osmaniyan in ku li navçên curbicur bi cih dibin. Wek mînak Efrîn, Serêkanî, Girêspî û niha jî li Idlibê.
Salih Muslim her wiha got: Ji aliyê din va Emerîka û welatên rojavayî jî naxwazin Şam serweriya xwe li Idlibê seqamgîr bike. Loma di vê muadileyê de Emerîka û welatên rojavayî piştgiriya Tirkiyê dikin.
Tirkiye li navçê derbasî qonaxeka pir bi talûke bûye.
Wî got ku Rûsiye welatek e ku tenê bona berjewendiyên xwe li navçê hereketê dike. Tirkiye û Sûriye wek du welatên cîran rehet dikarin meselên xwe têkildarî peywendiyên cîrantiyê çareser bikin û pêngava herî giring li vê meselê jî derketina hêzên artêşa Tirkiyê ji navçên bin kontrola xwe li bakurê Sûriyê ye.