Desteyeke partîyên Kurdistana Sûrîyê bi rayedarên Şamê re civîya
Desteyeke hevbeş a Partiya Pêşvero, Civata Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser li Şamê ligel berpirsên hikûmeta Sûriyê civîya û çend babet hilkolandin.
Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd ku yek ji endamên wê desteyê bû di vî warî de dibêje ku hîn di navbera wan û berpirsên hikûmetê ti lihevkirinek pêk nehatîye, lê liser pirsên cuda, danûstandin kirin û ew dixwazin di navbera wan û Şamê de atmosfereke baş ji bo danûstandineke cidî û fermî were pêkanînê.
Bedran Çiya Kurd tekez kir ku danûstandin baş birêve diçin û ew hêvî dikin encamên baş jê derkevin ku xizmeta xelkê navçeyê bikin.
Desteya ku serdana Şamê kir ji Hevseroka Desteya Kargêr a MSDê Îlham Ehmed, Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd,û endamê polîtburoya Partiya Demokrata Pêşvero ya Kurd li Sûriyê, Ehmed Silêman pêk hatibû.
Ev desteya 3 rojan berî nika li Himîmîm bû û ligel berpirsên rûs jî civiyabû.