Tirkîye û Sûrîye li ber şerekî tam
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312971-tirkîye_û_sûrîye_li_ber_şerekî_tam
Di van rojên dawîyê de gefên Tirkîyê dijî serwerî û serxwebûna Sûrîyê ketine qonaxeke nû û pêkutîya Tirkîyê ser piştgirîya ji têrorîstan û kesên çekdar ên dijî hikûmata Sûrîyê li herêma Idlibê bûye sebeb ku Tirkîye û Sûrîye li ber şerekî tam bin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 07, 2020 14:22 Asia/Tehran
  • Tirkîye û Sûrîye li ber şerekî tam

Di van rojên dawîyê de gefên Tirkîyê dijî serwerî û serxwebûna Sûrîyê ketine qonaxeke nû û pêkutîya Tirkîyê ser piştgirîya ji têrorîstan û kesên çekdar ên dijî hikûmata Sûrîyê li herêma Idlibê bûye sebeb ku Tirkîye û Sûrîye li ber şerekî tam bin.

Dewleta Tirkîyê ku mideha 2 salên buhurî di çarçova dagirkerîya li herêmê û şopandina plana Mîsaqa Millî de beşeke berfire ya deverên bakur û rojihlata Sûrîyê ji wan Efrîn, Serêkanî û pişkeke berfire ya bakura Sûrîyê bi heceta şerê dijî komên têrorîst dagir kirine, di van rojên dawîyê de gefên dijî hikûmata Sûrîyê dijwar û gurr kirine. Di vê çarçovê de Receb Teyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê idia kir ku Tirkîye heta ebedê li Sûrîyê namîne lê bi van zûtîyan jî ji vî welatî dernakeve.

Erdogan herwiha got: Xwîna leşkerên tirk li ser axa Sûrîyê hatîye rijandin û eva destpêka dewraneke nû jibo Tirkîyê li Sûrîyê ye.

Tirkîyê ku ji destpêka qeyrana Sûrîyê va di sala 2011`ê piştgirîyeke berfire daye komên têrorîst û çekdar li Sûrîyê û nika ew komana li Idlibê pêrgî êrişên berfire yên Artêşa Sûrîyê bûne, bi tundî ji ber liv û tevgerên Artêşa Sûrîyê hêrs bûye. Receb Teyîb Erdogan di vê çarçovê de gef li hêzên Artêşa Sûrîyê xwar ku heke ji deverên di bin kontrola komên neyar ên di bin sîya piştgirîya Enqerê li Idlibê dernekeve, yê bi êrişa leşkerî wan neçarî vê yekê bike.

Di van rojên dawîyê de piştî ku karwanê leşkerên Tirkîyê li Idlibê ket ber êrişa Artêşa Sûrîyê û di encamê de 8 serbazên Artêşa Tirkîyê hatin kuştinê, Tirkîyê jî wek tolhildan êrişî hin çeperên Artêşa Sûrîyê kir û idia kir ku di encamê de bi dehan serbazên sûrî hatin kuştinê.

Piştî vî şerî, Erdogan bi rêya têlêfonê digel Pûtînê Serokomarê Ûrsêtê axivî û jê xwest ku Artêşa Sûrîyê qanih bike ku bizvire sînorên ku di Rêkevtinama Soçîyê de hatine kivşkirinê yanî bazineya berî avakirina nuqteyên lêgerîn û çavdîrêyê yên Artêşa Tirkîyê li deverên bêkêşe. Wî paşê gef li Şamê xwar ku heke heta dawîya vê mehê paşda venekişe, dê bi hêza leşkerî Artêşa Sûrîyê neçarî vekişînê bike.

Ev gotinên Erdogîn ji çend hêlan ve balkêş in. Yekem: Serokomarê welatekî ku hin deverên axa welatekî din dagir kirine û komên têrorîst û çekdar ên hevpeymanê xwe li wan bicih kirine, gefan li welatê mazûvan dixwe û jê dixwaze ku leşekrên xwe ji pişkeke axa xwe vekişîne. Tu dibê qey wisan ku Welîd Muelim Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê salekê berî nika got, Tirkîyê jibîr kirîye ku Idlib parêzgeheke Sûrîyê ye. Duyem: Pişkeke befire ya axa ku Erdogan gefan dike bila Artêşa Sûrîyê jê derkeve, di bin dagirkerîya komên islamî yên tundrê da ye ku ji hêla civaka navnetewî va ``têrorîst`` tên binavkirinê.

Sêyem: Ma xwîna 8 serbazên Tirkîyê ji xwîna 76 serbazên sûrî sortir e ku Erdogan idia dike tilhildan hê bidawî nebûye û didome.

Ji hêla din ve, rayedarên ûris di van rojên dawîyê de Tirkîye bi binpêkirina sozên têkildarî Sûrîyê tawanbar kirine û devûjenîya di navbera her du alîyan de têkildarî Sûrîyê gurrtir bûye, tê payîn ku Erdogan careka din himberî Erdogan bisekine û ev yeka jî tu wexta ser xêra Erdogîn nebûye.

Di vî halî da Artêşa Sûrîyê bêyî guh bide gef û gurrên Erdogîn, pêşdaçûna xwe li Idlibê didomîne. Ûrsêt û Sûrîye ku vê dawîyê ji ber cihnehatina sozên Tirkîyê yên di çarçova rêkevtinama Soçîyê de dest bi rexneyan kirine, wer xûya dike guh nadin nerazîbûn û hêrsbûna Tirkîyê ku hevpeymanên wê li Idlibê di halê têkçûnê da ne û jibo çareserkirina qeyrana Idlibê ya bi şêwaza xwe ciddî ne.