Mezlûm Kobanî: ''Derîyên me ser penaxwazên ji Idlibê de vekirî ne''
Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) di peyamekê de amajeyî rewşa awareyên ji Idlibê kir û got: ''Derîyên me ser penaxwazên ji Idlibê de vekirî ne.''
Mezlûm Kobanî Fermandarê HSD di peyamekê de li rûpela xwe ya Twitterê amajeyî rewşa awareyên ji Idlibê û berfirebûna pêla penaxwazan bidû pevçûnên vê dawîyê li vî şarî di navbera Artêşên Tirkîye û Sûrîyê de kir û got: ''Heta nika bi hezaran penaxwazên idlibî bo deverên ewleh ên di bin kontrola HSD da hatine veguhestinê. Tê texmînkirinê ku penaxwazên zêdetir bera xwe bidin navçeyên hanê. Em ê vekirîhîştina derîyên xwe ser penaxwazên idlibî da bidomînin.''
Kobanî di dewama peyama xwe da got: ''Em wek gelê Sûrîyê gişk bihevre ne. Nabe tu kes xwe minetdarê kesî bizane. Li deverên me ne dîwarên bilind hene, ne erdên tijî mîn û ne jî sînorparêzên ku bixwazin gel bidin ber gulleyan.''