Salih Muslim: Tirkiye binketiya herî mezin e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312911-salih_muslim_tirkiye_binketiya_herî_mezin_e
Berpirsê Têkiliyên Derve yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) got: bidawîbûna peymanên Astana û Soçiyê û derketina nakokiyan di navbera Rûsya û Tirkiyê de li Sûriyê tiştek xwezayî bû û dihat payîn ku ev bibe jî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 05, 2020 13:52 Asia/Tehran
  • Salih Muslim: Tirkiye binketiya herî mezin e

Berpirsê Têkiliyên Derve yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) got: bidawîbûna peymanên Astana û Soçiyê û derketina nakokiyan di navbera Rûsya û Tirkiyê de li Sûriyê tiştek xwezayî bû û dihat payîn ku ev bibe jî.

Berpirsê Têkiliyên Derve yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim  li bara  şerê ku li Sûriyê bi taybet jî li Idlibê diqewime, nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyê de nirxandin û got: Siyasetên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dide meşandin, şaş in û ev siyaset li Sûriyê û Lîbyayê dibin sedema gelek windahiyan.

Salih Muslim got: Aloziya Sûriyê derbasî qonaxeke nû bûye û encama vê de jî şerekî dijwar li Sûriyê diqewime. Wî got: Nika hêzên sereke yên ku destwerdana aloziya Sûriyê dikin, Koalîsyona Navdewletî ku hê jî xwedan bandor e û Rûsya ne. Lê di rastiya xwe de her du jî dixwazin berjewendiyên xwe bi dest bixin.

Berpirsê Têkiliyên Derve yê PYD her wisa got: Di heman demê de bi derketina Rêveberiya Xweser a Demokratîk li ser xaka Sûriyê re ku hêzên desthilat hesabê vê yekê nekiribûn, guhartin û veguhartinên nû bi xwe re anîn û encamên wê jî îro li ber çavan in.

Wî got: Ji destpêkê ve Tirka hewla gelek lîstokan dan. Têkiliyên Tirkiyê bi hêzên desthilat ên ku hewldana guhartina Sûriyê dikirin re hebû. Berjewendiyên xwe yên taybet berfireh kirin. Mînaka wê jî helêxistna piroja binavê  Mîsaqî Millî bû. Lê hêzên Koalîsyonê, hikûmeta Sûriyê û heta Rûsya jî ev pilan red kirin.