Gotûbêja telefonî ya Lavrov û Çavûşoglu ser Idlibê
Wezareta Derve ya Rûsyayê duh berêvarê ragihand ku wezîrê karên derve yê vî welatî Sergey Lavrov û wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavûşoglu li ser guhertin û bûyerên vê demê li parêzgeha Idlibê û bakura Sûriyê bi telefonê bi hev re axivtin.
Li gor Fars Newsê, Wezareta Derve ya Rûsyayê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku Lavrov û Çavûşoglu di vê hevpeyvîna telefonî de li ser girîngiya rawestandina gişt pêngavên bi provaksiyon li dijî xelkê sivîl û hêzên çekdar ên Sûriyê li parêzgeha Idlibê pêgîrî kirin.
Artêşa Sûriyê di bersiva kiryara terorîstên ser bi Tirkiyê li babeta binpêkirina lihevkirina Tirkiyê û Rûsyayê ya derbarê agirbesê de li parêzgeha Idlibê, li dijî terorîstan operasiyoneke berfire dane despêkirin û di encama vê operasiyona gelek bajarok û gund û deverên vê parêzgehê û herwiha deverên derdora Helebê ji bin lepên terorîstan derxistin.
Parêzgeha Idlibê û çendîn deverên rojavaya Helebê û rojhilata Laziqiyê beşên herî dawiyê yên bin destê terorîstan e ku Tirkiye ji wan piştgiriyê dike û niha di encama operasiyonên artêşa Sûriyê û piştgiriya Rûsyayê ev deverana li ber azadbûna tam de ne.