Rûsya: Terorîst xwe ji bo êrişeke kîmyawî li Idlibê amade dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312866-rûsya_terorîst_xwe_ji_bo_êrişeke_kîmyawî_li_idlibê_amade_dikin
Wezareta parastinê ya Rûsyayê duh ragihand ku komên terorîst xwe ji bo êrişeke kîmyawî li Idlibê ya bakura Sûriyê amade dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 04, 2020 09:45 Asia/Tehran
  • Rûsya: Terorîst xwe ji bo êrişeke kîmyawî li Idlibê amade dikin

Wezareta parastinê ya Rûsyayê duh ragihand ku komên terorîst xwe ji bo êrişeke kîmyawî li Idlibê ya bakura Sûriyê amade dikin.

Li gor Fars Newsê, wezareta parastinê ya Rûsyayê ragihand ku 15 endamên koma terorîstî ya bi navê "Kum Sipiyan" yekê Sipatê di çarçova kiryareke bi provaksiyon û muherik de ji bo bikaranîna madên kîmyawî derbasî parêzgeha Idlibê bûne. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi bîr xist ku terorîstan 400 lîtr madên kîmyawî jî derbasî vê parêgehê kirin.

Koma terorîstî ya bi navê "Kum Sipiyan" Adara 2013 bi alîkariya fînansî ya Amerîka, Brîtanya û Tirkiyê ava bû û devera xebata vê komê navçên sûrî yên  bin destê komên terorîst û çekdar hat diyar kirin.

Terorîstan berî vê yekê jî bi caran li Sûriyê çek û madên kîmyawî bikar anîn da ku mihaneya mudaxileya leşkerî li Sûriyê ji bo Amerîka, Brîtanya, Fransa û Tirkiyê çêbikin. Di vê çarçovê de Amerîka, Brîtanya û Fransayê 14 Nîsana 2018 anku hefteyek piştî tometbarkirina Sûriyê bi bikaranîna çekên kîmyawî li devera Dûmayê û Xûteya Rojhilatê, zêde ji 100 mûşek  li deverên curbicur ên Sûriyê xistin. Ev êrişa van welatan hevdemê azadbûna Xûteya Rojhilatê ji bin lepên terorîstan pêk hat.