Artêşa Sûriyê devereke statejîk li derdora Helebê xiste destê xwe
Sibat 02, 2020 06:41 Asia/Tehran
Artêşa Sûriyê û hêzên berxwedanê devereke statejîk li derdora Helebê ji bin destê terorîstan derxist û ew xistin destê xwe.
Li gor Ajansa SANA ya Sûriyê, Artêşa Sûriyê û hêzên berxwedanê di çarçova pêşveketina xwe li bakura vî welatî, destkevtên girîng bi dest xistine ku yek ji wan derxistina devereke girîng û stratejîk li derdora Helebê ji bin lepên terorîstên tekfîrî ye.
Ajansa SANA ragihand ku ev devera stratejî navçeya Xelse li derdora başûra Rojava Helebê ye.
Di encama operasiyona azadkirina vê deverê gelek ji terorîstên tekfîrî yên Bereya El-Nusre hatin kuştin û birîndar bûn.