Çînê kiryara Emerîka û Brîtanyayê li hember qeyrana Sûriyê rexne kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312756-Çînê_kiryara_emerîka_û_brîtanyayê_li_hember_qeyrana_sûriyê_rexne_kir
Nunerê Çînê li Konseya Ewlehiyê ya NY berbendên welatên rojavayî ji wan Brîtanya û Emerîkayê bo çareserkirina qeyrana Sûriyê rexne kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 31, 2020 13:16 Asia/Tehran
  • Çînê kiryara Emerîka û Brîtanyayê li hember qeyrana Sûriyê rexne kir

Nunerê Çînê li Konseya Ewlehiyê ya NY berbendên welatên rojavayî ji wan Brîtanya û Emerîkayê bo çareserkirina qeyrana Sûriyê rexne kir.

 Li gorî rapora roja îniyê ya televîayona Çînê, Cang Cûn, xitabî welatên Emerîka û Brîtanyayê teqez kir nabe alîkariyên mirovheziyê bo Sûriyê bi meselên siyasî re têkel bibin. 

 Nunerê dayim ê Çînê li Konseya Ewlehiyê ya NY bal kişand  ser qeyrana însanî li Sûriyê û got: Emerîka û Inglîz dixwezin bi siyasîkirina rewşa konesya ewlehiyê, Çîn û welatên din ji ber alîkariya bo Sûriyê rexne bikin. 

Cang Cûn her wiah teqez kir: Divê  şerê li Sûriyê bo işkestdana terorîzmê û kokbirrkirina wê bona aramkirina rewşa Sûriyê û gihêştina bi aşitiya tam bidome û civaka navdewletî nabe ji vê armancê xafil bimînin.

 Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên teroîstî yê ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên  wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina muadileyên  navçê ser qezanca  Rejîma Siyonîstî destpê bû ku bi hewldana  artêşê û gelê Sûriyê komploya dijminan bêencam ma.

 Artêşa Sûriyê vê dawiyê bi alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştgiriya  Rûsiyê karî ku dosiya koma terorîstî ya  DAIŞê li vî welatî girêde.