Berdewamiya pêşveçûna artêşa Sûriyê: Gundên Cobas û Medîx azad bûn
Artêşa Sûriyê di berdewamiya pêşveçûna xwe li parêzgeha Idlibê li bakura Sûriyê de Gundên Cobas û Medîx li rojhilata vê parêzgeha ji bin lepên terorîstan derxistin.
Çavkaniyên Sûrî ragihandin di çarçova operasiyona artêşa Sûriyê ji bo azadkirina gundên Cobas û Merdîx de bi dehan terorîst hatin kuştin û birîndar bûn.
Li gor vê raporê artêşa Sûriyê bi tenê çar Kîlometran ji bajarê Seraqibê ku bajarê herî mezin ê rojhilata parêzgeha Idlibê ye dûr e, ev bajar hîn di bin destê terorîstên Bereya El-Nusre de ye.
Artêşa Sûriyê li rojên vê dawiyê jî çend dever, bajarok û gundên din ji bin lepên terorîstan derxist .
Piştî ku komên terorîst ên ku Tirkiye ji wan piştgiriyê dike bi caran peymana agirbesê binpê kirin artêşa Sûriyê neçar ma operasiyona xwe li dijî wan dîsa bide despêkirin da ku deverên dagîrkirî ji aliyê terorîstan azad bike.
Krîza Sûriyê ji sala 2011 bi êrişa berfire ya komên terorîst ku welatên rojavayî yên wekî Amerîka û Brîtanyayê û hevgirtiyên wan ên navçê yên wekî Tirkiye, Erebistan û Qeterê piştgiriya wan dikirin despê bû, lê belê aqubet piştî heşt salan Hikûmeta Sûriyê bi alikariya rawêjkarên leşkerî yên Îranê û hevkariya leşkerî ya Rûsyayê karî terorîstan têk bidin û axa Sûriyê ji bin destê wan derxin.