Sûriye:Terorîzma aborî, terorîzma fîzîkî dikemilîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312730-sûriye_terorîzma_aborî_terorîzma_fîzîkî_dikemilîne
Nunerê dayim ê Sûriyê li NY got ku terorîzma aborî, kiryarên li dijî însanî yên komên terorîstî dikemilîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 30, 2020 14:50 Asia/Tehran
  • Sûriye:Terorîzma aborî, terorîzma fîzîkî dikemilîne

Nunerê dayim ê Sûriyê li NY got ku terorîzma aborî, kiryarên li dijî însanî yên komên terorîstî dikemilîne.

 Beşar Ceferî, nunerê dayim ê Sûriyê li NY roja çarşemiyê li civîna konseya ewlehiyê ku bi mijara rewşa însanî ya Sûriyê hat lidarxistin, got: Terorîzma aborî ku ji aliyê welatên erebî li dijî Şamê cih tê, kiryarên komên terorîstî ku di lîsteya reş a konseya ewlehiyê de ne, dikemilîne

 Nunerê dayim ê Sûriyê li NY destnîşan kir: Şam ji ber bêdengiya hin rayedarên rêxistinên navdewletî li bara êş û elema sûriyan ji terorîzmê, destdirêjî û kiryarên aborî yên yekalî û kiryarên hêzên dagirkir, ecêbgiryî bûye.

 Beşar Ceferî  bal kişand  ser vê yekê ku nivîsgeha hevahengiya karûbarên mirovheziyê yên NY( UCHA), 64 rapor têkildarî kiryarên aborî ser jiyana aborî ser jiyana bi milyonan kes ji xelkê Sûriyê berçav nagirt û got: UCHA alîkariya  nade xelkê zêde ji 40 bajar û bajarokên azadbûyî ji terorîzmê li Idlibê û derdora wê.

 Nunerê Sûriyê li NY bal kişand ser pêwîstiya îbtalkirina kiryarên aborî li dijî Sûriyê û got: tevî hebûna zext û zoran li dijî xelkê, Şam dê  dev ji serweriya xwe ber nede.