Artêşa Sûriyê du bajarokên stratejîk li başûrê rojhilata Idlibê azad kirin
Hêzên artêşa Sûriyê piştî pêşdeçûna li başûrê rojhilata Idlibê karî kontrola du bajarokên Xan Sebîlê û Meredbisê bigrin destê xwe û ji kontrola terorîstan derxînin.
Li gorî rapora Resa News`ê, artêşa Sûriyê di dewama operasyona xwe li başûrê rojhilata Idlibê karî ser du bajarokên giring û stratejîk ên Xan Sebel û Merdbisê li nêzîkî riya navdewletî ya Heleb- Şamê serdest bibe.
Çavkaniyên sûrî dibêjin ku artêşa Sûriyê bi serdestiya ser bajarokê stratejîk ê Merdebsê ji xwe hêlên sereke yên gîhandina alîkariyê ya terorîstên bereya El-Nusreyê û Ecnad El-Qewqazê qut kiriye.
Bajarokê Merdibsê ku ketiye bakurê Xan Sebelê ji bakur dighêje Seraqebê û ji başûr dighêje Mere Nemanê û ji rojava va jî dighêje Erîhayê.
Artêşa Sûriyê pêştir jî karîbû riya navdewletî ya Heleb bo Şamê li navbera Mere Nemanê heta Seraqebê girêde.
Artêşa Sûriyê pêştir jî bajarokên Zelane û Mereşûrînê li bakurê rojhilata bajarê Mere Nemanê li başûrê parêzgeha Idlibê ji kontrola komên terorîstî derxistibûn.