Artêşa Sûriyê Xan Tûman azad kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312708-artêşa_sûriyê_xan_tûman_azad_kir
Artêşa Sûriyê kete nav bajarê Xan Tûmanê li parêzgeha Helebê û ev dever bitûm ji bin destê terorîstan derxist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 30, 2020 06:43 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê Xan Tûman azad kir

Artêşa Sûriyê kete nav bajarê Xan Tûmanê li parêzgeha Helebê û ev dever bitûm ji bin destê terorîstan derxist.

Li gor nûçeya televîziyona Al-Mayadeen a Lubnanê, Artêşa Sûriyê duh kete nav bajarokê Xan Tûmanê li derdora başûrê Helebê û ev bajarok di encama şerekî giran ji bin lepên terorîstên bereya El-Nusre derxist.

Xantûman ketiye 10 kîlometriya başûrê Helebê û ji ber ku li ser Otobana Heleb-Şamê de ye pir girîng û stratejîk e.

Artêşa Sûriyê herwiha  ragihand ku bakjarê stratejîk yê Meerat el-Nûman li derdora başûrê parêzgeha Idlibê jî ji bin destê terorîstan derxistiye.